Sûdanî: Divê berjewendiyên temamê pêkhateyên Kerkûkê bên parastin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani îro (27 Tîrmehê 2024) bi fraksiyona Turkmenan ya Kerkûkê re civiya. Li gor ragihandina nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê; Sûdanî bang li herkesî kiriye ku li Kerkûkê li hev bikin da bi parêzger û rêvebirên xwecîh bibjêrin.
Muhammed Şiya Sudani, ragihandiye ku ew pêkhateyên siyasî yên heq kirine, li hev bikin û berjewendiyên xelkê Kerkûkê bidin ber çav. Sûdanî gotiye:
“Temamê civak û pêkhateyên Kerkûkê wekî tîmekî, bê ku hev di derveyê rêvebiriyê de bihêlin, divê ji bajarê xwe re xizmetê bikin.”
Di çarçova peymana ku îmzayên temamê nûnerên pêkhateyan tê de hebûn, di 11ê Temmûzê de meclisa bajêr ya Kerkûkê civiya bû. Parêzgerê Kerkûkê yê tayînkirî Raqan Cibûrî, bi sedema temenê wî ji yên din mezintir bû, serokatiya meclisê kiribû.
Li gor qanûnan; piştî civîna yekem ya meclisê, ji bo partiyên siyasî li hev bikin û serokê meclisê û cîgirên serok bibjêrin mehekî wext didin wan.
Li 14 bajarên Iraqê di 16-18.12.2023an de hilbijartina endamên meclisan çêbû. Ji 2005an heya niha li Kerkûkê hilbijartina meclisê nebûbû û xelkê Kerkûkê piştî 18 salan çûbû ser sindoqan.
Jimara kursiyên di meclisa Kerkûkê de wehaye:
-Kurd : 7 kursî (YNK 5, PDK 2)
-Ereb : 6 kursî
-Turkmen : 2 kursî
-Mesîhî : 1 kursî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin