Nûnerê Trump gef li Sûdanî xwar: Divê ji peywirê bê dûrxistin!
PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê Karûbarên Rehîneyan Adam Boehler, li ser keça lêkolînvan a Rûs-Îsraîlî ku li Iraqê hatiye revandin, nameyeke nû ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şand û gef lê xwar.
Boehler, li ser hesabê xwe yê Xê ligel vîdeoya wê jina bi navê Elizabeth Tsurkov ku ji aliyê Ketaîb Hizbullah a Iraqê ve hatiye revandin peyamek da Sûdanî û got: “Ev çîroka Elizabeth Tsurkov e, niha derfeteke baş ji bo serokwezîrê Iraqê derketiye holê, ku nîşanî cîhanê bide gelo serokwezîr e, yan na!”
This is the story of Elizabeth Tsurkov. @IraqiPMO has an opportunity RIGHT NOW to show the world why he should or should not be prime minister. https://t.co/zPjLikcAtH
— Adam Boehler (@aboehler) February 18, 2025
Hêjayî gotinê ye, destpêka vê mehê jî wî nûnerê Trump, derbarê azadkirina wê jina hatiye revandin de, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi dayîna ‘Sozên Derew’ tometbar kiribû.
Nûnerê Trump dibêje, “Eger ew jin neyê azad kirin, divê Sûdanî ji peywira xwe bê dûrxistin”
Meha Gulan a sala 2023yan desthilatdarên Îsraîlê ragihandibûn, Tsurkov ku li Iraqê winda bûye û ji aliyê lîwayên Ketayîb Hizbulah a Iraqê ya ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin hatiye revandin.
Kanala Hurre ya Amerîkî jî ragihandiye, Tsurkov di meha Çileya sala 2022yan bi pasaporta Rûsî û ji bo amadekirina doktora û lêkolînên akademîk bi navê zanîngeheke Amerîkî gihîştiye Iraqê. Meha Tîrmeha 2023yan jî Hikûmeta Iraqê ragihand ku lêkolîna li ser revandina wê destpê kiriye, lê heta niha ti çareseriyek nehatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin