Sancar li ser gefên Bahçelî bang li partiyên opozîsyonê kir
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, derbarê gefên Serokê Patiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî yên fermanê dide Dadgeha Bilind a Destûrê (AYM) ji bo girtina HDPê de, bang li partiyên opozîsyonê kir ku bêdeng nemînin.
Sancar îro 24ê Çile di axaftina xwe ya parlamentoyê ya koma partiya xwe de bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên ‘Divê bêyî dereng bimîne bilez HDP bê girtin’ da û got, Bahçelî bi awayekî eşkere şantajê dike û fermanê dide AYMê ku Destûra Bingehîn binpê dike.
Sancar li ser gefên girtina HDPê diyar kir ku ev polîtîkaya deshilata Tifaqa Cumhur a bi şirîkatiya AKP û MHPê ye û herdu partî her tiştî bi hev re dikin.
‘Em ê hemû kilîtan vekin’
Herwiha Sancar bang li partiyên opozîsyonê jî kir û got: “Em bang li partiyên muxalefetê dikin, nabe ku hûn li hember vê zorbetî û binpêkirin û tehdîtên eşkere bêdeng bimînin. Werin em planên dikin bi hev re hilweşînin. Dibêje, bila ‘kilîtê li deriyê HDPê bixin’. Em jî dibêjin, em partiya kilît in. Hûn bi tonan kilîtan werînin jî em ê hemûyan vekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin