Pistî têkçûna hilbijartinê Hevserokên Partiya Kesk a Alman îstifa kirin

25 September 2024 20:00 0 dîtin
Pistî têkçûna hilbijartinê Hevserokên Partiya Kesk a Alman îstifa kirin

PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Keskan Ricarda Lang û Omîd Nûrîpûr piştî ku partiyê di hilbijartinên roja Yekşemê yên li eyaleta Brandenburg de têk çû îstifaya xwe pêşkeşî partiya xwe kirin.

Hevserokên Partiya Kesk a Alman, Çileya 2022yan hatibûn hilbijartin, lê li Brandenburgê gelekî bêhêvî bûn û di hilbijartinên roja Yekşemê de, li gorî hilbijartinên 2019an ji sedî 6ê dengên partiya xwe ji dest dan ku tenê ji sedî 4ê dengan wergirtin.

Piştî vê encamê Partiya Keskan di bin benda ji sedî 5 a hilbijartinê de ma, nekarî rasterast nûnerên xwe bişîne parlamentoya eyaletê.

Herwiha bi vê encamê re partî nikare tifaqa xwe ya di nava dewletê de jî bidomîne.

Piştî vê encamê tê çaverêkirin, biryara Partiya Keskan ku di heman demê de hevkarên hikûmeta federal in, bandorê li siyaseta Almanyayê bi giştî bike.

Li Brandenburgê Partiya Sosyal Demokrat ya Serokwezîr Olaf Scholz ku hevparê koalîsyonê ye, di hilbijartinên Brandenburgê de bi ser ket. Dîsa Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgira tund dengên xwe zêde kir û li Thuringia jî bû partiya yekemîn.