TEV-DEMê kongreya xwe ya 5emîn pêk anî: Hevserokên nû hatin hilbijartin
PeyamaKurd - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Hesekê, kongreya xwe ya 5emîn pêk anî.
Kongreya ku bi dirûşma "Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne" hate birêve birin de Hevserokên nû yên TEV-DEMê hatin hilbijartin.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser kongre, bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî bi rê ve çû.
Hevserokên nû Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed
Di kongreyê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wekî hevserokên nû yên TEV-DEMê hatin hilbijartin.
Di kongreya ku rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê û herêmê hate gotûbêjkirin de herwiha ji bo Meclîsa Giştî endamtiya 100 kesan hate pejirandin.
Di dawiya kongreyê de ji bo pêşxistina rêxistinên girêdayî TEV-DEMê daxwaz hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin