DBPê kongreya xwe ya 5emîn li dar xist û hevserokên xwe yên nû hilbijartin

30 November 2019 17:33 0 dîtin
DBPê kongreya xwe ya 5emîn li dar xist û hevserokên xwe yên nû hilbijartin

PeyamaKurd -  Ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBPê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin. Di 5emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de, Hevserokên Giştî yên nû diyar bûn. Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiya wê partiyê hatin hilbijartin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî hatin hilbijartina derketin ser dikê û silav li beşdarên beşdarên kongreyê kirin. Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz, di axaftina kir de wiha got:

"Em ê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Îro li ser Kurdan şerekî pir qirêj heye. Lê emê ji bo gelê xwe, ji xeta xwe tawîz nedin. Em li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê divê li her 4 parçeyên Kurdistanê em yekitiya xwe ava bikin.”

‘Ji boyekitiya neteweyî tişta ji destê me were emê bikin’

Hevserokên BDPê Keskîn Bayindir jî, bal kişand ser êrîşên li dijî kurdan û got, li ser kurdan zextên mezin hene û wiha dewam kir:

“Em ê jî li gorî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Em baş dizanîn ku barê me giran e. Ji îro û pê ve em ê ala hevalên xwe bi bilindayî li ba bikin. Hesreta yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye. Em ê vê weke bawerê hildin ser milên xwe. Ji bo ku em yekitiya neteweyî pêş bixin, tişta ji destê me were em ê bikin."