Li Îzmîrê hevserokên bajêr û serokekî navçê yê HDP xistin bin çav
PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Îzmîrê polîs hevserokên HDPê yên bajarê Îzmîrê û serokê navça Bucayê xist bin çav. Tîmên TEM ê yên rêvebiriya Îzmîrê serê sibê ji bo 3 gumanbaran bigre, dest bi operasyonê kir.
Di avêtina ser adresan de, hevserokên HDPê yên bajarê Îzmîrê Vedat Çınar Altan û Berna Çelik, bi serokê HDPê yê navça Bucayê Nihat Türk re xistin bin çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin