Li Îzmîrê di fabrîkayekê de teqîn pêk hat: Kesek mir 4 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – navçeya Alîagayê ya Îzmîrê di fabrîkayeke kîmyewî de teqînek pêk hat, 4 karker bi giranî birîndar bûn û 1 jî mir. Teqîn û şewata ku ji ber kombûna gazê derket bi mudaxeleya îtfaiyeyê hat vemirandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin ji ber gazê teqînek pêk hat û şewat derket. Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema ekîbên agirkujiyê agir vemirandin ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat tespîtkirin ku 4 karker bi giranî birîndar bûne û karkerê bi navê Îbrahîm A. miriye.
Karkerên birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Alîagayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin