Di teqîna li Efrînê de, kesek hat kustin, 19 kes jî birîndar bûn

19 November 2023 11:27 0 dîtin
Di teqîna li Efrînê de, kesek hat kustin, 19 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku şeva borî li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek bi qemyonekê de teqiya û 19 kes di encamê de birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Berevaniya Sivîl a Sûrîyê ku girêdayî komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ye, doh 18ê Mijdarê danê êvarê li deriyê Elqos ê bajarê Efrînê, bombeyek bi barhilgerekê de teqiya û di encamê de 19 kes birîndar bûn ku di nava wan de 2 zarok hebûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye, teqîn li deriyê Elqos ê bajarê Efrînê, li nêzî rêbendeke çekdarên opozisyona Sûriyeyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, rû daye.

SOHRê daye xuyakirin, di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.