Li Rihayê kesekî hat kustin û 10 kes birîndar bûn

05 April 2024 23:52 0 dîtin
Li Rihayê kesekî hat kustin û 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Di wexta fetarê de li bajarê Rihayê li grûbekî avêt ser nivîsîngehekî otogara otobusan. Di navbera grûbê û kesên di nivîsîngeha bilêtan de pevçûn derket. Paşî bi çekan û daran li hev xistin.

Polîsên otogarê mudaxeleyê bûyerê kirin. Di encamê de kesekî hat kuştin û 10 kes birîndar bûn ku yek ji wan polîse. Li ser bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanan lê ji wan kesê bi navê Halil Deveci yiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.