Di kampê de kesek hat kustin, 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Cerablusê yê Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdar û artêşa Tirkiyê de ye, li kampa Zoxra ya rojavayê bajêr di navbera malbatên Dûdûh û Asî yên ji Humsê de şer derket.
Çavkaniyan diyar kiriye ku 2 otomobîl li hev qelibîne, piştre di navbera xwediyên her du wesayîtan de nîqaş çêbûye û piştre pev çûne.
Hate zanîn ku di pevçûna ku çek hatin bikaranîn de kesek hate kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin