Li Stenbolê bi çekan êrîsî dêrê kirin: Kesek hat kustin, birîndar hene
PeyamaKurd - Li Stenbolê li dijî dêra Santa Maria ya li navçeya Sariyerê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Hate ragihandin ku di encama êrîşa bi çekan a îro danê nîvro hatiye kirin de, kesek hatiye kuştin û birîndar jî hene.
Li gorî zanyariyên destpêkê, dema merasîma olî ya roja Yekşemê êrîş li dijî cemaeta dêrê hatiye kirin.
Gelek tîmên polîs û ambulans çûne cihê bûyerê. Derbarê bûyerê de û nasnameya êrîşkar yan êrîşkaran de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin