Li Efrînê teqîn: Kesek hat kustin, 3 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji 18ê Adara 2018an ve hatiye dagirkirin, îro Yekşemê teqînekê rû da.
Li gorî zanyariyên xwecihî teqîn demjimêr 12:00an li kolana Siyasiyê ya nava Efrînê çêbûye ku bombeyeke di otombîlekê de hatibû çandin hatiye teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de kesekî can daye û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Ji dema Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên tundrew ve hatiye dagirkirin ve gelek bûyerên teqînan rû didin ku herwiha bûyerên kuştin, dizî, revandin û îşkencekirina xelkê sivîl jî bi destê komên çekdar berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin