Li Efrînê teqîn çêbû: Zarokek hat kustin, 4 kes birîndar bûn

27 July 2020 10:01 0 dîtin
Li Efrînê teqîn çêbû: Zarokek hat kustin, 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû. Di teqînê de zarokek hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, do teqîn ji ber bombeka vedayî, li ser rêya Cindirêsê çêbûye.

Herwiha di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û 4 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, kesê di teqînê de hatiye kuştin zarok e. Herwiha tê gotin, kuştî û birîndar Kurd in.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 de di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.