Li Efrînê teqîn çêbû: “6 kes hatin kustin!”
PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Efrînê li cihê qontrolê teqînek pêk hat. Di teqînê de 6 endamên Lîwa El Şemal El Sûriyê hatin kuştin.
Di derbarê bûyerê de Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) daxuyaniyek da û got ku bombeya ku YPGê bi cih kiribû, hate teqandin û 6 endamên Lîwa El Şemal El Sûriyê yê girêdayî opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.
Di derbarê bûyerê de heta niha ji YPGê tu daxuyanî nehatine kirin.
Opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiyê bi Artêşa xwe ve alikariya wan dikir, di 18 Adarê de piştî şerekî 58 rojan ketine bajarê Efrînê de. Ji wê rojê heta niha bi deh hezaran Kurdên Efrînî ji bajêr bar kirin û li dinyayê penaber bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin