Li Samê teqînek mezin çêbû: Çend efser û serbazên Sûrî hatin kustin

20 October 2021 09:38 0 dîtin
Li Samê teqînek mezin çêbû: Çend efser û serbazên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Şamê teqînek mezin çêbû û di encamê de, çend efser û serbazên Sûrî hatin kuştin û birîndarkirin

Li gor zanyariyan, îro serê sibehê, li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, teqînek mezin çêbû û çend efser û serbazên Sûrî hatin kuştin û birîndarkirin.

Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê diyar kiriye, otobuseke serbazî ya veguhestina efser û serbazan, bi 2 mînên teqîner hatiye armancgirtin.

Li gor SANA, teqîn li nêzîkê Cisir el-Reîs, anku pira serok, li naverasta Şama paytext çêbûye.

SANAyê eşkere kir, di teqînê de, 13 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gor hin medyakarên Sûrî, herî kêm 2 kes hatine kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê herwiha di mîneke sêyem jî li cihê teqînê ji aliyê hêzên endezyariya serbazî ve hatiye pûçkirin.