Li Hewlêrê teqîn: kesekî can da, 2 kes birîndar bûn

07 August 2024 15:36 0 dîtin
Li Hewlêrê teqîn: kesekî can da, 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li kargeheke hesin teqînekê rû da. Di teqîna ku li kargeheke hesin a gundê Tîmarê pêk hat de kesekî can da û du kes jî birîndar bûn.

Serokê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê yê Şaxa Hewlêrê Yusif Kerîm li ser bûyerê diyar kir ku bermahiyeke teqemeniyan ku tê de gule hebûne teqiyaye.

Kerîm da zanîn ku kesê di bûyerê de canê xwe ji dest daye Hindistanî ye û birîndar ne ji Iraqê ne.  

Termê kesê mirî li Saziya Tiba Dadî ya Hewlêrê ye û birîndar jî veguhastine nexweşxaneyê.