Li Hewlêrê teqîn çêbû: Kesekî canê xwe ji dest da!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Parêzgariya Paytexta Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê hatin ragihandin, li taxeke Hewlêrê otomolîke teqiyaye û ajokarê otomobîlê canê xwe ji dest daye.
Di agahiyên ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav ve ji bo Rudawê hatine dayîn de hat diyarkirin ku li taxa 32 Park a Hewlêrê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn, otomobîlek teqiyaye û ajokarê wê otomobîlê can daye.
Hat ragihandin ku di derbarê teqîna ku îro nîvrojê çêbûye de li cihê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin da ku sedem bê diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin