Stenbol | Di nav kargehekê de teqîn çêbû: Kesekî can da

28 October 2022 13:29 0 dîtin
Stenbol | Di nav kargehekê de teqîn çêbû: Kesekî can da

PeyamaKurd –  Di nav kargeheke li navçeya Başakşehir a ser bi parêzgeha Stenbolê ve teqîn çêbû û di encamê de kesekî can da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro Înê 28ê Cotmeha 2022ê li cihê pîşesaziyê ya ser bi Îkîtellî Esenler ya navçeya Başakşehir ve di nav kargehekê de ji ber gazê teqînek çêbû û li gor zanyariyên destpêkê kesekî can daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û midaxeleya agir kirine û tevgera tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê berdewam e.