Li Stenbolê di kestiyekê de teqîn çêbû, 5 birîndar hene
PeyamaKurd-Li Stenbolê di nav keştiyekê de teqînek rû da û di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn. Li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn ji ber şidîna gazê çêbûye.
Parêzgariya Stenbolê, li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku îro saet di 10:45ê danê sibehê de li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, ji ber şidîna gazê, di keştiya Gulf Petrolyumê de teqîn çêbûye û di encamê de 4 xebatkar bi jehrî bûne.
Tîmên hawarçûnê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û ji 5 birîndaran 4 jê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Li cihê bûyerê, lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin