Hewlêr | Wê 12emîn Kongreya PDK-Sê bê lidarxistin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê wê sibehê 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) bê lidarxistin.
Li gor zanyariyan, 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) wê sibehê Şemiyê di saet 10:00an de li Hewlêrê destpê dike û 2 rojan berdewam bike.
Hat zanîn ku nêzîkî 200 endam di kongreyê de amade dibin û wê gotara Serok Mesûd Barzanî bê xwendin.
Endamên Kongreya PDK-Sê ji Herêmên Cizîr, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, herwiha bajarên Şam û Helebê yên Sûriyê, nûnerên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê jî amade dibin.
52 endam ji Herêma Kurdistanê, 46 ji Rojavayê Kurdistanê, 13 endam ji Ewropayê, 4 ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û 1 ji Lubnanê tevî 49 serkideyên niha yên PDK-Sê wê di kongreyê de amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin