Tevgera Îslamî îro kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li dar dixe

05 February 2022 11:59 0 dîtin
Tevgera Îslamî îro kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li dar dixe

PeyamaKurd Tevgera Îslamî ya Kurdistan – Iraqê ya di sala 1987an de hatiye damezrandin, kongreya xwe ya 12emîn îro li dar dixe.

Biryar e îro 05.02.2022yê kongreya 12emîn a Tevgera Îslamî, li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin û wê rojekê berdewam bike.

Li gor zanyariyan, di kongreyê de 639 endamên kongreyê hene û ji wê hejmarê jî 125 jin in û 16 kesan xwe ji bo berpirsên malbendan û 37 kesan jî ji bo encûmena şûra xwe wek berbijêr nîşan dane.

Herwiha zanyariyên berdest eşkere dikin, Kamîl Hacî Elî ku yek ji rêveberên wê partiyê ye, xwe ji bo rêberê giştî wê bike berbijêr.

Serokê niha yê Tevgera Îslamî Irfan Ebdulezîz e.