Li Amerîkayê rênimayên xweparastina di dema bikaranîna çekê atomî de hat belavkirin

13 July 2022 10:35 0 dîtin
Li Amerîkayê rênimayên xweparastina di dema bikaranîna çekê atomî de hat belavkirin

PeyamaKurd – Rênimayên xweparastina di dema bikaranîna çekê atomî de, ji aliyê Beşa Hawarçûnê ya li bajarê New Yorkê hat belavkirin.

Li gor medyaya Amerîkayê do Sêşemê 12ê Tîrmeha 2022yan diyar kir, Beşa Hawarçûnê ya bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, rênimayên pêwîst ji bo dema bikaranîna çekê atomî ji bo welatiyan belav kir û daxwaz kir ku di wê demê de ji pencere û deriyan dûr bikevin û xwe li jêrzemînan veşêrin.

Herwiha Beşa Hawarçûnê ya bajarê New Yorkê ji welatiyan daxwaz kiriye, di dema bikaranîna çekê atomî de xwe ji cilûbergên ku bandora ronahiyê li ser dirust dibe, dûr bixin.

Di berdewamiyê de eşkere kiriye, divê di dema êrîşa çekê atomî de ji xweşûştinê dûr bin û li benda wan rênimayan bin, ku bi rêya telefon û medyayê ve têne şandin.

Herî dawî Beşa Hawarçûnê destnîşan kiriye, êrîşkirina ser New Yorkê bi çekê atomî, pêşbîniyeke dûr e, lê belê divê nişteciyên bajêr, van rênimayan bizanin.