Emmar Hekîm: Komên çekdar soz dane ku dê nebin sedema aloziyê li gel Amerîkayê
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikmeta Niştîmanî ya Iraqê Emmar El Hekîm di civînekê de ku îro tê de beşdar bû, ragihand ku grûpên çekdar ên li Iraqê naxwazin hikûmetê têxin rewşeke dijwar û ji ber wê jî ew dê bi biryarên ku hatine standin ji bo nehiştina aloziyên li gel Amerîkayê, tevbigerin.
Hekîm amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa niha ne guncaw e ji bo nakokiyên di navbera grûpên çekdar û Amerîkayê de û got,
“Armanca van koman parastina aramî û serweriya Iraqê ye, ne ku metirsî û binpêkirina serweriya Iraqê ye.”
Balyozê Îranê yê li Iraqê Muhammed Kazim El-Sadiqî beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû:
“Peyama Trump a ji bo Tehranê daxwaza hilweşandina komên Heşdî Şeibî kir, ku ev yek ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin