Plasschaert: Komên çekdar ên Iraqê rewsa siyasî û aramiya herêmê têk dane
PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert, li Konseya Ewlekariyê ya NY derbarê rewşa Iraqê de gotarek pêşkeş kir.
Jeanine Plasschaert di axaftina xwe de destnîşan kir, komên çekdar ên li Iraqê ku li derveyî kontrola dewletê ne, rewşa siyasî û aramiya herêmê têk dane.
Plasschaert ragihand, “Berdewamiya êrîşên çekdaran li herêmê, rastiyeke ne xweş çêkiriye. Eger êrîş berdewam bikin, hewldanên cidî yên Iraqê yên ji bo aştî û aramiyê yên berê, dê têk biçin.”
Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert got, komên çekdar ên ku derveyî desthildariya dewletê ne, rewşa siyasî û aramîya herêmê têk dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin