Li Amerîkayê serma qesayê bû sedema mirina 40 kesan
PeyamaKurd – Pêlên hewa qeşayê bandorê li gelek eyaletên Amerîkayê dike. Ji ber serma qeşayê, di hefteyê de herî kêm 40 kes mirin. Niha jî rêvebir û pispor hişyariyê didin ku pêlekî nûh ya hewa qeşayê tê û dibe ku bibe sedema gelek mirinên din.
Pêlên hewa qeşayê ya sermayê, serma zêde û firtûnên berfê li rojhilat û li orta Amerîkayê bandora xwe nîşan dide. Ji 12 ê mehê heya niha li Mississippi, New York, Oregon, Pensilvanya bi temamî li 9 eyaletên cuda ji ber sermaye 40 kes mirin.
Qutbûna elektrîkê sedemekiye ku jimara miriyan zêde dike ku ew jî li eyaleta Oregonê çêbûye û nikaribûne bi seetan elektrîkê bidin 85 hezar malî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin