Li Amerîkayê 1058 mirinên ji koronayê hatin tomarkirin

30 January 2022 22:21 0 dîtin
Li Amerîkayê 1058 mirinên ji koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku di nav 24 demjimêrên borî de, li seranserê Amerîkayê 1058 mirinên vîrusa koronayê hatin tomarkirin ku ev demeke dirêj bû hemareke wiha bilind nehatibû tomarkirin.

Li gorî amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê belav kirine, di nav 24 demjimêrên borî de li Amerîkayê 168 hezar û 600 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Bi van amarên dawî re li seranserê Amerîkayê hejmara giştî ya pêketiyan gihîşt 74 milyon û 236 hezar û 114 kesan û ya mirinan jî gihîşt 883 hezar û 939 kesan.