Kurdistan | Di nav 24 saetan de ti mirinên koronayê nehatin tomarkirin

12 January 2021 17:49 0 dîtin
Kurdistan | Di nav 24 saetan de ti mirinên koronayê nehatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 nav demjimêrên borî de ti haleteke mirina ji vîrûsa Koronayê nehatiye tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 88 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 14 kes li Hewlêrê, 52 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de ti haletên mirina ji ber koronayê nehatiye tomarkirin û 983 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 104616 kesan, ya mirinan bû 3426 kes û heta niha 81923 kes jî baş bûne.