Ji bo kesên 12-15 salî jî destûra lêdana derziya Pfizer – BioNTechê derket

29 May 2021 09:30 0 dîtin
Ji bo kesên 12-15 salî jî destûra lêdana derziya Pfizer – BioNTechê derket

PeyamaKurd – Saziya Dermanan ya Ewropa (EMA) destûr da derziya vîrusa Korona ya Pfizer – BioNTechê, ji bo kesên 12-15 salî jî were bikaranîn.

Kanada, di serê Gulanê de destûr dabû derziya Pfizer – BioNTechê ji bo kesên ji 12 heta 15an were bikaranîn û piştî wê Amerîka jî biryareke wisa ragihandibû.

EMA da zanîn, ew encam piştî lêkolînên li ser 2260 kesan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya EMA, 1005 zarokên derzî li xwe xistine, bi nexweşiyê neketin, ji 978 zarokên ku derziya plasebo xwestine, bi tenê 16 zarok nexweş ketine.

Karbidestên EMA eşkere dikin, bandora derziya vîrusa Korona ya li ser zarokan ji ya ser ciwanan erênîtir e.

Yekîtîya Ewropa (YE) ji bo BioNTEch – Pfizerê, di navbera 2022 û 2023yan de 1,8 milyar dolar derzî bistîne bi kompaniyan re peyman îmza kiribû.