Parêzgarê Duhokê: Kesên derziya korona li xwe nedin nikarin bikevin fermangehan

05 January 2022 18:16 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê: Kesên derziya korona li xwe nedin nikarin bikevin fermangehan

PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter, li ser pabendbûna bi biryarên lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa koronayê hişyariya dawî da fermanberên sînorê parêzgeha Duhokê.

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de got ku ew ligel rêveberiyên sînorê parêzgeha Duhokê civiya ye ku biryar wekî xwe li sînorê Duhokê bên bicihanîn.

Elî Teter fermanberên sînorê parêzgeha Duhokê hişyar kirin û diyar kir, divê heta roja 20.01.2022yê hemû derziya vîrusa koronayê wergirin, eger na nikarin bikevin fermangehên xwe.

Parêzgerê Duhokê ragihand: Hemwelatî jî divê derziya vîrusa koronayê wergirin, ji ber ji roja 01.02.2022yê ti kesek bê hebûna karta derziyê nikare serdana fermangehan bike.

Elî Teter bal kişand ser ku lijne hemû dê li qezayan jî bên çalakirin ku tedbîrên xweparêziyê baştir birêve biçin.

Parêzgar Teter li ser danîna şînên serxweşiyê jî got: “Wezareta Ewqafê di dema pêş de wê biryar û rênimayiyên nû li ser danîna serxweşiyan derbixe.”