Parêzgarê Duhokê hêsankariyên di tedbîrên koronayê de ragihandin

21 August 2020 20:23 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê hêsankariyên di tedbîrên koronayê de ragihandin

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, tedbîrên nû yên rûbirûbûna koronayê bo parêzgehê ragihandin.

Elî Teter ragihand, “Çûnûhatina navbera parêzgeha Duhokê û parêzgehên din tê asayîkirin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkarên xweparêzî û rênimayên tenduristiyê.”

Parêzgarê Duhokê di civîneke çapemeniyê de da xuyakirin; her ku diçe vîrûsa koronayê li ser asteke berfirehtir belav dibe, lê rewş dirêj bû û ji ber ku ev rewş bandorê li ser jiyana welatiyan û dikandaran dike, me biryar da em hêsankariyê bikin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkar û rênimayên tendirustiyê.

Elî Teter got: “Em naxwazin di sepandina rêkaran de bargiranî bixin ser milê welatiyan, em tenê vê yekê dixwazin ku dema diçin ser kar lepik û maskan bi kar bînin û pabendî cîbicîkirina rêkar û rênimayên tendirustiyê û xweparêziyê bibin.”

Parêzger Teter ji welatiyan jî daxwaz kir, xwe ji cihên qerebalix dûr bixin û heta ji destê wan tê, hatûçûnê kêm bikin.