Parêzgarê Duhokê: Em ê di projeyên xizmetguzariyê de berdewam bin

18 September 2023 16:30 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê: Em ê di projeyên xizmetguzariyê de berdewam bin

PeyamaKurd- Parêzgarê Duhokê Elî Teter tekez kir ku ew dê projeyên xwe yên xizmetguzariyê berdewam bikin û da zanîn ku aboriya Herêma Kurdistanê çiqas bihêz bibe, projeyên xizmetguzariyê jî dê zêdetir bibin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter, îro di merasîma danîna bingehê projeya rêya gundê Hewrîskê ku piraniya şêniyên wê ji Ermeniyan pêk tê, ji çapemeniyê re axivî.

Elî Teter got, "Em ê di warê aborî de jî projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî welatiyên xwe bikin. Heger Herêma Kurdistanê bihêz bibe, dê projeyên xizmetguzariyê yên mezintir derkevin holê.

Kurd û Ermenî bi sedan sal in li vê herêmê bi hev re dijîn. Em ê bi hemû hêza xwe projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî birayên xwe yên Ermenî û hemû pêkhateyên parêzgeha Duhokê bikin."