2 hezar 96 koçberên Lubnanê li taxên Kurdan hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku heta niha zêdetirî 2 hezar kes ji ber şerê li Lubnanê hatine taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê ku Kurd li wan taxan dijîn.
Maseya krîzê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ku ji aliyê Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê hatiye avakirin, ragihand ku heta 2 hezar û 96 kes ji Lubnanê hatine her du taxan.
Hate gotin ku piraniya kesên hatine sûriyeyî ne û ew ji kesên xelkê taxê ne re cih peyda dikin û yên din jî li kampên Efrîn-Şehbayê bi cih dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin