Îzmîr | 354 koçberên dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin

23 September 2023 11:29 0 dîtin
Îzmîr | 354 koçberên dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, 354 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, li Îzmîrê di nav belemekê de 84 koçberên ku dixwestin biçin Yunanîstanê û ji wê derê re derbasî welatên din ên Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin, li navçeyên Seferihisar, Urla, Dîkîlî û Foçayê yên Îzmîrê 270 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Hat eşkerekirin, 354 koçber piştî karên yasayî şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê.