Li Hatayê 31 koçber hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê ku dikeve qerexê Derya Sipî, polîs mînîbusekî da rawestandin ku di nav de 31 koçberên biyanî hebûn. Bi wan re 2 kesên ku koçberan bi qaçaxî bi pere dişînin welatên derve hatin binçavkirin û wan şandin zîndanê.
Xebata ji bo desteserkirina koçberan ji aliyê asayîşa bajarê Hatayê û rêvebiriya deriyên sînor de hat kirin û mînîbusa ku koçberan hildigirt dan rawestandin û tê de 31 koçber girtin.
Her dû kesên bi navên H.B. û A.Ö., ji ber karê qaçaxî yê koçberan kirine, wan bi biryara dadgehê birin zîndanê û 31 koçberên desteserkirî teslîmê rêvebiriya bajêr ya koçberan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin