Li du bajarên Tirkiyê 15 kes bi tohmeta PKKê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Edenê yê Tirkiyê, 8 kesên din bi tohmeta encamdana xwepêşandan û propagandaya PKKê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyan, ew kes li ser banga rêxistinan daketine kolanan û tevlî çalakiyên neyasayî bûne û herwiha li ser torên civakî jî propagandaya PKKê kirine û bi wê tohmetê jî di operasyonekê de 8 kes hatine girtin.
Heman zanyarî destnîşan dikin, 200 polîs beşdarî wê operasyonê bûne û 8 kesên ku hatine girtin jî bo rêveberiya ewlekariyê hatine veguhestin.
Li aliyê din li bajarê Îzmîrê û navçeyên wê yê Tirkiyê hêzên ewlehiyê dest bi operasyonekê kirin û di encamê de 7 kes hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin