Dayikên Semiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 1000emîn de çalakiya protestoyî pêk anîn
PeyamaKurd – Dayikên Şemiyê ji sala 1995an û vir ve ji bo zarokên xwe yên di dema desteserkirinê de hatin wendakirin li Qada Galatasarayê ya ku jê re dibêjin "gora me" li ber xwe didin. Di hefteya 1000. de li Stenbolê bi beşdariya partiyên siyasî û hêzên demokratîk li Qada Galatasarayê hatin cem hev.
Ji ber çalakiya girseyî ya di hefteya hezarî de wê bê lidarxistin, astengiyên li derdora Qada Galatasarayê ku di hefteya 700emîn a çalakiya sala 2018an de bi astengiyên polîsan hatibûn girtin, hatin rakirin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û Hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî çalakiya îro dibin.
Dayikên Şemiyê li qadê li ser çarşafa reş wêneyên kesên hatin qetilkirin û di girtîgehê de hatin wendakirin û nivîsa "1000 Heftî" û li dora wan jî qerenfîl danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin