Ji “Dayîkên Semiyê” re di hefteya 705an de jî destûr derneket!

29 September 2018 13:39 0 dîtin
Ji “Dayîkên Semiyê” re di hefteya 705an de jî destûr derneket!

PeyamaKurd- “Dayîkên Şemiyê” yên ku li zarokên xwe yên windakirî digerin, di hefteya 705an de jî hatin astengkirin.

Çalakiya “Dayîkên Şemiyê” ji aliyê Qaymeqamiya Beyoglu ya Stenbolê ve dîsa hate qedexekirin. “Dayîkên Şemiyê” di hefteya 705an de xwestin ku li Meydana Galatasarayê rûnin û çalakiya xwe ya bi salan bidomînin. Lê polîsan nehiştin ku “Dayîkên Şemiyê” çalakiya xwe bikin. Wan jî xwestin ku li ber Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniyekê bidin. Polîsan gotin ku çalakiya wan bêqanûnî ye û çalakî asteng kirin û çapemenî ji cihê bûyerê dûr xistin.

“Dayîkên Şemiyê” jî gotin ku ew li Meydana Galatasarayê nabûrin. Ji nav wan Besna Tosun daxuyaniya çapemeniyê xwend û çalakî bi dawî bû.