Polîs dîsa ji bo “Dayîkên Semiyê” bûne asteng!
PeyamaKurd- Dayîkên Şemiyê di hefteya 701ê de jî xwestin ku li hev bicivin. Lê belê polîsan nehiştin ku civîn û rûniştina xwe pêk binîn.
Dayîkên Şemiyê ji salên 90an heta niha her heftê roja şemiyê li Stenbolê li Meydana Galatasarayê dirûniştin û kuştî û windayên xwe bi bîr tanîn. Lê van hefteyên dawî, polîs nahêlin ku civîna xwe pêk bînin. Van her du hefteyên dawî polîsan ew ji cihên wan rakirin û gelek ji wan binçav kirin.
Vê heftê jî Dayîkên Şemiyê xwestin ku bicivin, lê polîsan hemî herêm girtibû û nehiştin ku Dayîkên Şemiyê derbasî meydanê bibin. Dayîkên Şemiyê jî li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dest bi meşa xwe kirin. Polîsan nehiştin ku bimeşin jî. Li ser vê yekê Dayîkên Şemiyê daxuyaniya çapemeniyê xwendin û belav bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin