Di hefteya 703yan de jî ji “Dayîkên Semiyê” re destûr nîn e!

15 September 2018 13:36 0 dîtin
Di hefteya 703yan de jî ji “Dayîkên Semiyê” re destûr nîn e!

PeyamaKurd- Ji bo “Dayîkên Şemiyê” yên ku ji bo zarokên xwe yên winda li edaletê digerin, di hefteya 703yan de dîsa destûr derneket.

“Dayîkên Şemiyê” xwestin ku li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê daxuyaniyekê bidin. Lê belê polîs dîsa ji wan re bûne asteng.

“Dayîkên Şemiyê” li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniyek kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me her hefte li Meydana Galatasarayê ji bo heqîqet û edaletê çalakiya xwe dikir. Qaymeqamiya Beyogluyê di civîna me ya 700î de çalakiya me qedexe kir. Ev biryareke li dijî qanûnê ye. Ev çar hefte ne ku civîna me tê astengkirin. Mafên me yên meş û çalakiyê tê binpêkirin. Em li mafên xwe nabûrin.”