Ji bo civîna “Dayîkên Semiyê” qedexe!

25 August 2018 12:52 0 dîtin
Ji bo civîna “Dayîkên Semiyê” qedexe!

PeyamaKurd- “Dayîkên Şemiyê” wê îro li Stenbolê li Meydana Galatasarayê cara 700î li hev bicivin û aqîbeta kesên windakirî bipirsin. “Dayîkên Şemiyê” ji sala 1995an heta îro her hefte li hev dicivin û li Meydana Galatasarayê dirûnin.

Lê vê carê polîsan ji bo civîna cara 700î destûr nedan. Polîsan gotin ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve çalakiya wan hatiye qedexekirin û nehiştin endamên Komeleya Mafên Mirovan têkevine qadê de. Gelek çalakvan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

“Dayîkên Şemiyê” li ser hesabên xwe yên twitterê mesajek weşandin û gotin ku vê heftê runiştina me hate astengkirin. Em di her rewşê de 699 caran li vê meydanê rûniştin. Em ê vê heftê jî rûnin.