Li bajarê Mûsê bo mes û civînan 3 roj qedexe hat danîn
PeyamaKurd- Bi sedema ku di 20 ê tîrmehê de, di sala 2015an de li bajarokê Sûrûcê (Pirsûs) ya bi ser bajarê Rihayê, bo ser Navenda Komela Amarayê êrîşeka xwekujî çêbû bû û gelek kes miribûn û birîndar bûbûn, bi îhtîmala ku li Mûşê jî meş an xwepêşandan an civîn di mijarê de çêbibin, parêzgeha Mûşê bo 3 rojan, meş, civîn, rêgirtin, ragihandina çapemeniyê û tevgerên weha hatin qedexekirin.
Parêzgeha Mûşê ragihand ku di ser medya civakî de behs têkirin ku hinek grûb dixwazin bo wê rojê, xwe birêbixin û bikevin nava çalakiyan. Bo tevgerên weha nebin, hemû cûreyên van tevgeran bo navbera rojên 20 ê tîrmehê siet ji 00.01 ê şevê heya roja 22 yê tîrmehê siet 23.59 ê şevê bo 3 rojan qedexe hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin