Li bajarê Sêrtê ji bo çalakiyan 15 roj qedexe hat danîn
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêrtê ji bo 15 rojan kirina çalakiyan qedexe kir. Di nav 15 rojan de meş, vegirtina konan, rûniştin, xwepêşandan, kampanya îmzayan û çalakiyên weka wan wê nebin û herkesekî bixwaze çalakiyekî bike divê îzna parêzgehê û hêzên asayîşê bistîne.
Qedexe di 31ê kanûnê de siet di 00.01 ê de destpêdike û heya roja 14 ê meha yekî siet 23.59 an dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin