Li bajarê Sêrtê ji bo 2 hefteyan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêrtê biryarê da ku qedexeya çalakiyan ji bo 15 rojan li seranserê bajêr deyne. Qedexe, ji bo navenda bajarê Sêrtê û temamê navçeyên wê ne. Li gor biryarê; li seranserê bajêr ji bo 15 rojan civîn, meş, civîna çapemeniyê, greva birçîbûnê, xwepêşandan, vekirina stendan, vegirtina konan, belavkirina belavokan û tevgerên weka wan hatine qedexekirin. Eger kesekî an dezgeyekî bixwaze çalakiyekî bike, pêwiste îzna dewletê bistîne.
Qedexe ji 1 ê mijdarê siet di 23.59an û pê de destpêdike û heya 15 ê mijdarê siet 23.59an dewam dike.
Li gor ragihandina parêzgehê; biryar bêhtir ji bo ber li PKK ê bigre, hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin