Li bajarê Sêrtê kirina çalakiyan ji bo 15 rojan qedexeye
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêrtê ya bakûrê Kurdistanê ji bo 15 rojan qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Parêzgeh ji bo berlêgirtina tevgerên civakî meş, xwepêşandan, mîtîng, ragihandina çapemeniyê, merasima cenazên siyasî, vekirina stendan, konvegirtin û çalakiyên weka wan ji bo 15 rojan qedexe kir û kirina çalakiyan bi îzna asayîşê û parêzgehê ve girêda.
Qedexe ji 27ê Tebaxê seet ji 00.01ê şevê destpêdike û heya 10ê Êlûnê seet 23.59an dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin