Li bajarê Mûsê heta 12ê Cotmehê qedexe hat ragihandin

04 October 2022 19:20 0 dîtin
Li bajarê Mûsê heta 12ê Cotmehê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê parêzgariyê ve, heta 12ê Cotmehê qedexeya çalakî û xwepêşandanan hat ragihandin.

Parêzgariya Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bilî bername, civîn û çalakiyên bi erêkirina parêzgariyê hemû civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, mîting, xwepêşandan û çalakiyên din ên wekî wan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ti hincetek bo qedexeyê nehatiye nîşandan, lê hatiye gotin ku wê heta 12ê Cotmehê qedexe bo deh rojan berdewam be.

Hêjayî gotinê ye, ji sala 2016an ve li bajarên wekî Wan, Colemêrg û Mêrdînê 15 rojan carekê qedexe têne ragihandin ku li bajarê Mûşê jî qedexeyeke wiha ya seranserî tê ragihandin.