Polîs di hefteya 706an de jî ji “Dayîkên Semiyê” re bûn asteng!
PeyamaKurd- “Dayîkên Şemiyê” xwestin ku di hefteya 706an de dîsa li Stenbolê li Meydana Galatasarayê rûnin û çalakiya xwe bikin. Lê belê dîsa polîs ji wan re bûne asteng.
“Dayîkên Şemiyê” xwediyên wan kesan e ku exlebê wan di salên 90an de di bin çavan de hatine windakirin. Ji demeke dirêj ve ji bo mezlûmên xwe edaletê dixwazin. “Dayîkên Şemiyê” ev 706 hefte ne ku ji bo zarokên xwe li edaletê digerin.
Vê hefteyê jî “Dayîkên Şemiyê” xwestin ku çalakiya xwe bikin. Lê polîsan nehiştin ku li Meydana Galatasarayê rûnin û çalakiya xwe bikin. Ew jî li pêşiya ÎHDê ya Stenbolê li hev civîn. Polîsan li vir jî mudaxeleyî wan kir. Tevî hemî astengan, “Dayîkên Şemiyê” daxuyaniya çapemeniyê xwendin.
Hevsrokê HDPê Pervîn Buldan, Wekîlên HDPê Garo Paylan, Oya Ersoy, Saruhan Oluç û wekîlên CHPê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikulu beşdarî çalakiya “Dayîkên Şemiyê” bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin