Cara yekem hunermendeke Kurd besdarî konsera ‘Voices of Change’ bû

04 January 2022 17:50 0 dîtin
Cara yekem hunermendeke Kurd besdarî konsera ‘Voices of Change’ bû

PeyamaKurd – Hunermenda Kurd Narîn Feqe, yekem car wek hunermendeke Kurd beşdarî konsera Voices of Change a hikûmeta Swêdê bû û 4 stran tê de gotin.

Narîn Feqe li ser beşdarbûna xwe ya konsera Voices of Change ragihand ku yekem car e hunermendeke Kurd beşdariyê tê de dike û got, di van konserên hikûmeta Swêd saz dike de hunermendên ji gelên cuda yên bandora wan li ser civakê heye beşdar dibin.

Feqe di konsera Voices of Change de, stranên “Ax Kurdistan”, “Gelek Bîriya Te Bikim” û du stranên din ên gelêrî gotin.

Di konsera Voices of Change herwiha 50 muzîsyenan jî beşdarî kir.