Li Almanya cara yekem Kurdek bû qeyemeqam
PeyamaKurd – Di hilbijartinên herêma Minden Lübecke ya eyaleta Ren Vestfalya ya Almanyayê ku roja Yekşemê hatin kirin, cara yekem Kurdekî bi navê Alî Dogan wekî qeymeqam hat hilbijartin.
Li gorî nûçeya DWyê Alî Dogan di gera duyem a hilbijartinên qeymeqamtiyê yên devera Minden Lübecke de, ji sedî 55,8ê dengan wergirtiye û cara yekem Kurdek wekî qeymeqam li Almanyayê hatiye hilbijartin.
Hat diyarkirin ku piştî qeymeqamê wê herêmê wekî parêzgar hatiye tayînkirin ji bo cihê wî bê dagirtin hilbijartin hatiye kirin. Alî Dogan wê 8 salan peywira qeymeqamtiyê bicih bîne.
Dogan piştî hilbijartina xwe diyar kiriye ku ew bi encama hilbijartinê gelekî kêfxweş bûye û di xwegihandina xelkê deverê de bi ser ketiye.
Li Almanyayê qeymeqam ji ewlehî, perwerde, tenduristî û xizmetên wekî wan berpirsiyar in. Herêma Minden Lübecke xwedî nifûsa 311 hezaran e û 11 qezayên wê hene.
Alî Dogan ku bi eslê xwe ji bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê ye, ji Zanîngeha Bielefeld beşa hiqûqê mezun bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin