Almanya cara yekem îro 2 endamên îstixbarata Sûrî dadgeh dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Almanya cara yekem 2 endamên îstixbarata rêjîma Sûriyê bi tohmeta binpêkirinên mafên mirovan dadgeh dike.
Hat ragihandin ku îro 23yê Nîsanê li Almanya dadgehkirina 2 endamên rêjîma Sûriyê li dadgehê têne darizandin ku yek ji wan Eqîdê di Dezgeha Ewla Dewletê Enwer Rislan e û bi encamdana tawanên li dijî mirovatiyê tê dadgekirin, kesê din jî bi navê Eyad Xerîb e.
Serdozgeriya Almanya Enwer Rislan bi kuştina 58 kesan û îşkencedana herî kêm 4 hezar kesan di navbera meha Îlona 2011an û heta meha Nîsana 2012an de tohmetbar dike.
Eyad Xerîb jî bi beşdarîkirina tawanên li dijî mirovahiyê, desteserkirin û zîndankirina xwepêşanderan di sala 2011an de tê tometbarkirin.
Hat zanîn ku herdu kes ji 12ê Sibata 2019an ve li Almanyayê girtî ne, ku wek penaber gihîştibûn Almanyayê.
Sekreterê Giştî yê Navenda Ewropî ya Yasayên Destûrî û Mafên Mirovan Wolfgang Kaleck got, Enwer Rislan ne tometbarekî sereke ye, lê karên rêvebirinê di Dezgeha Ewlekariya Dewleta Sûrî de dikir.
Tê texmînkirin ku Dadgeha Bilind a Almanyayê sizayê heta hetayê li herdu kesên Sûriyeyî bibire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin